Tirkiye: Rojnamevanê Ingilîz hate dersînor kirin
Rojnameya Morning Star di account a xwe ya twitterê de nivîsand, ku Sweeney roja Îniyê paşê nîvro piştî binçavkirin û dersînorkirinê gihiştiye London...
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnamevanê Morning Star û berpirsê nûçeyên navneteweyî Steve Sweeney, gava ji bo şopandina hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, li firokxaneya Ataturk a Stenbolê hate binçavkirin, rojek li nezaretxaneyê ma û roja din hate dersînor kirin.
Rojnameya Morning Star di account a xwe ya twitterê de nivîsand, ku Sweeney roja Îniyê paşê nîvro piştî binçavkirin û dersînorkirinê gihiştiye London.
Wekî ku hatî ragihandin, Steve Sweeney dixwest hilbijartinên bakurê Kurdistanê bişopîne.
C.B