Tirkiye: Dengdan qediya, hejmartinê destpê kir

Heta ku qedexeya bi ser weşana liser hilbijartinan neyetê rakirin, encamên hilbijartinan nayên eşkere kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê proseya dengdanê qediya. Ligor biryara Dezgeha Bilind a Hilbijartinan a Tirkiye (YSK) li 32 bajaran dengdan demj. 07:00an destpêkiribû û demj. 16:00an bidawî hatibû, demj. 17:00an jî, proseya dengdanê bi tevayî qediya û hejmartina dengan destpê kir.

Hejmartin dê bi hejmartina dengan a bi rêz: a şaredariyên mezin, şaredarî, endamên meclisa şaredariyan û muxtaran bê kirin.

Heta ku qedexeya bi ser weşana liser hilbijartinan neyetê rakirin, encamên hilbijartinan nayên eşkere kirin. Ligor berê ragihandin, qedexe demj. 21:00an radibe, lê Dezgeha Bilind a Hilbijartinan dikare bi biryarekê vê demjimêrê bide pêş.

 

 

C.B