Kerkûkî: Divê berî hilbijartinê serjimêrî li Kerkûkê bê kirin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz dike, berî hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, li gor madeya 140 rewşa Kerkûkê bê asayîkirin û serjimêrî tê bê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz dike, berî hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, li gor madeya 140 rewşa Kerkûkê bê asayîkirin û serjimêrî tê bê kirin.

Di wê derbarê de Serokê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê Kemal Kerkûkî ragihand, heger berî hilbijartinê ev pêngav neyin avêtin, xelkê Kerkûkê nerzaî ye bi vî awayî hilbijartin bê bikin.

Got jî: Dixwazin hilbijartinekê bikin ku li gor rastiya xelkê resen ê Kerkûkê be, niha rewş ne libar e. Pêwîst e rewşa Kerkûkê bê asayîkirin û serjimêrî bê kirin û piştre hilbijatin bibin.

Got jî, niha Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergîriyê ya Iraqê xakê li Kerkûk û Xaneqînê dest bi karê rûpîvanê kirine, ji bo nû ve Pêşmerge bi hevahengî ligel artêşa Iraqê vegere wan navçeyan.

Li gor projeyasaya serrastkirina yasaya hilbijartina Encûmena Parêzgehan a Iraqê, Kerkûkê jî bi parêzgehên din re hilbijartin tê de tê kirin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment