Sekreterê Giştî yê NATOyê bo K24ê: DAIŞ xwe rêk dixe
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, her çend e ti rûberek di destê DAIŞê de nemaye, lê ew hewl dide xwe rêk bixe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, her çend e ti rûberek di destê DAIŞê de nemaye, lê ew hewl dide xwe rêk bixe.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di konferanseke rojnamevanî di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê li Brûkselê de ragihand, ti rûberek di destê çekdarên DAIŞê de nemaye û tekez kir ku NATO bi piştevanîkirina hevpeymanên xwe de berdewam dibe.
Sekreterê Giştî yê NATOyê got jî: Hîna şerê li dijî teror û DAIŞê de bidawî nehatiye, ji bo wê yekê jî ew bi piştevanîkirina hêzên Iraqê de berdewam dibin.
Daxuyaniya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di demekê de ye, berî hefteyekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dawî berîka DAIŞê li Sûriyê kontrol kir û serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand.
S. B