Kimisyona Bilind a Hilbijartinan daxwaza AKPyê red kir
Kimisyona Bilind ya Hilbijartinan, daxwaza AKPê, Jibo betalkirina Hilbijartinên Stembolê û Enqerê, red kir.
K24- Hewlêr
Kimisyona Bilind ya Hilbijartinan, daxwaza AKPê, Jibo betalkirina Hilbijartinên Stembolê û Enqerê, red kir.
Partiya Dad û Geşepêdanê AKPê, jibo ku encamên hilbijartinan ya bajarê Stenbolê û 11 Navçeyên Enqerê were betal kirin, ser li komisyona Bilind ya Hilbijartinan da bû.
Lê komisyonê ev daxwaza wan red kir û got: ew li ser dengên ne durist kar dikin û pêwistî bi betalkirinê nine.
Rêxistina AKPê ya Bajarê Stenbol Kuçukcekmece û 11 Navçeyên Enqerê bi armanca ne duristin, ser li dadgehê dabûn.
Dadgehê jî ev daxwaza wan rêkiri bû komisyonê, lê komisyonê da zanîn: Asta dengên ne durist yên Stenbolê, ne ya betalkirinê ye.
Partiya Gela Komarî jî ku li stenbolê serkeft bi daxûyaniyekê got: AKPê xwest dengan bidize, lê wan destur neda, niha jî dixwezin hilbijartinê bidizin.