Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leşkerî dişîne rojhilatê Firatê
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi dehan barhilgirên alîkariyên leşkerî û locistî ji (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) HSDê re şand rojhilatê çemê Firatê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi dehan barhilgirên alîkariyên leşkerî û locistî ji (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) HSDê re şand rojhilatê çemê Firatê.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymaniya Nvadewletî nêzîkî 60 barhilgiran alîkarî û alavên leşkerî û locistî ligel 10 tankerên sotemeniyê derbasî navçeyên HSDê li rohilatê çemê Firatê kirin.
Rewangehê aşkere kir jî, piştî rizgarkirina Baxozê dawî devera DAIŞê, ev karwana 4emîn a leşkerî û locistî ye dişîne navçeyên HSDê li rojhilatê Firatê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja 23ê Adara bûrî kontrolkirina Baxozê ji DAIŞê regihand, li gor Rewangehê jî, ji piştî wê dêrokê Hevpeymaniya Navdewletî di çar karwanan de zêdetir ji 560 barhilgirtên alîkariyên leşkerî û locistî ji HSDê re dişîne rojhilatê Firatê.
S. B