Tirkîya: Hêvîdarîn Welatên Ewropa rêzê ji encamên hilbijartinan bigrin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê got: Hêvîdarîn Welatên Ewropa rêzê ji encamên hilbijartinên Tirkiyê bigrin.

K24- Hewlêr

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê got: Hêvîdarîn Welatên Ewropa rêzê ji encamên hilbijartinên Tirkiyê bigrin.

Berdefkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy, bi daxûyaniyekê bersiva Berdefkê Kimisyona Ewropa da ku Hilbijartinên Tirkiye ji ber binpê kirinên mafê mirovan rexne kiri bû.

Hamî Aksoy dibêje: Komisyona Yêkitîya Ewropa, beyî ku encamên hilbijartinan bibîne, rexne li pêvajoya hilbijartinan dike.

Aksoy Dibêje: Gelê Tirkiyê ji sedî 70 çûye ser sandiqn û dengê xwe di nav aramiyê de bi kar aniye. Ev nimûneya baş ya demokrasiyê ye.

Komisyona Ewropa, ji ber dereng xistina encamên hilbijartinan û zordariya li ser HDP ê û bajarên Kurdan, rexne li Tirkiyê kiri bû.