“1333 girtî di zindanên Tirkiyê de di sînorê mirinê de ne”

Komeleya Mafên Mirovan da xuyakirin, di zîndanan de rewşa yek hezar û 333 girtî di sînorê mirinê de ne û daxwaza girtina Zîndana Îmraliyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya Mafên Mirovan da xuyakirin, di zîndanan de rewşa yek hezar û 333 girtî di sînorê mirinê de ne û daxwaza girtina Zîndana Îmraliyê kir.

Komîsyona Zîndanê ya Komeleya Mafên Mirovan (KMM) ya Tirkiyê, derbarê rewşa zîndanên Tirkiyeyê de civîneke rojnamevanî lidar xist û ragihand, rewşa 457 girtiyan pir xerap e û bi giştî yek hezar û 333 nexweş di zîndanan de hene.

Komîsyonê da zanîn, Tirkiye guh nade pîvanên Ewropa yên derbarê mafên girtiyan de û got, di zîndanan de êşkence berdewam dike, mafên tendirustî yên girtiyan tên binpêkirin û dibin sedem ku radeya mirina girtiyan di zîndanan de zêde bibe.

Komîsyonê daxwaza girtina Zîndana Îmralî, dawîanîna goşegîriya ser Ocalan kir û xwest rewşa hemû zîndanan were başkirin.

 

S. B