Li Wan, li navçeya Erdişê, rêveberên HDPê hevrûşî êşkence ya asayişê bûn
Li Bakurê Kurdistan Bajarê Wan Navçeya Erdişê, rêveberên HDPê rastî êşkenceya asayişê hatin.
K24- Hewlêr
Li Bakurê Kurdistan Bajarê Wan Navçeya Erdişê, rêveberên HDPê rastî êşkenceya asayişê hatin.
Li Navçeya Erdişê ku rojane cendirme û polis ser malan de digrin û gel binçav dikin, vê care jî ser hejmarek malên DBPîyan de girtin û birin asayişê.
Rêveberên DBPê yên Navçeyê Recep Onal, Mekan Beder û Hakan Bozdax, li asayişê ji aliyê tîmên taybet ve êşkence li wan hate kirin.
Di encama êşkencê de, her sê rêveberên DBPê, du caran rakirin nexweşxanê.
Her sê rêveberên BDPê, piştî derxistin dadgehê, serbest hatin berdan, lê jiber êşkenceya giran di nexweşxana wane de hatine razandin.
Her wiha polisan doh şev ser mala Rojnamevan Sercan Akbaş de jî, girtin û bi heceta dujmanahiya dewletê dike, kirin zîndanê.