Komisyonê daxwaz a HDPyê bo pêdaçûn a dengên ne dursit li Muşê red kir
Serlêdana Partiya Demokratika Gelan HDPê, ya jibo jimartina 2500 dengên ne dursit yên Bajarê Muşê, ji aliyê komisyonê ve hat red kirin.
K24- Hewlêr
Serlêdana Partiya Demokratika Gelan HDPê, ya jibo jimartina 2500 dengên ne dursit yên Bajarê Muşê, ji aliyê komisyonê ve hat red kirin.
Namzetê HDPê yê Bajarê Muşê Sirri Sakik got: Komisyona Bilind ya Hilbijartinan, bi şêwazeke bi lez biryar da û bêyî ku binirxîne daxwaza wan red kir.
Sakik da zanîn: Bi şêwazeke vekirî, Bajarê Muşê desteser kirine. Lê bila baş bizanin ev Gel dê li we nebûre.
Raportora Tirkiyê ya YE Katî Pîrî jî bi daxûyaniyekê got: Hemû daxwazên partiya desthilatdar hatin pejirandin, gelo boçî serlêdanên Muş, Batman, Bedlîs Mêrdînê hatin redkirin.
Katî Pîri piştî hilbijartinên 31ê Adarê, Ehmed Turk pîroz kiri bû.