Erdogan: Li gel Putîn behsa operasyoneke dijî YPGyê dê bikim
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne: Ewê ji Serokê Rusyayê Vîladîmîr Putîn re behsa operasyoneke dijî YPGyê bike.
K24- Hewlêr
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne: Ewê ji Serokê Rusyayê Vîladîmîr Putîn re behsa operasyoneke dijî YPGyê bike.
Erdogan îro çû Rusyayê û berî serdana xwe eşkere kir ko ji bo operasyoneke dijî YPGyê wan amedekariyên xwe temam kirine û ewê vê meseleyê jî li gel Putîn gotûbêj bike.
Erdogan got: Li ser sînor hemû amedekariyên pêwîst hatine kirin. Em ji bo operasyoneke dijî YPGyê amade ne. Hûn dizanin gotineke me ya nehênî heye. Em dikarin şevek ji nişkave bi ser wan de bigrin. Ezê operasyona dijî YPGyê digel Putîn biaxifim