Kemal Kiliçdaroglu: Lijneya Hilbijartin a Bilind fermanan ji hikûmetê diwergire

Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne: Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ji hikûmetê ferman digre û ewlekariya hilbijartinê têk dide.

K24- Hewlêr

Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne: Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ji hikûmetê ferman digre û ewlekariya hilbijartinê têk dide.

Kemal Kiliçdaroglu dibêje ew dij e dengên 38 bajarokên Stenbolê careke din were hilbijartin. Di encama hilbijartinê de ew serketine û divê Dadgerên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind vê encamê nas bikin.

Destê Wezîrê Navxwe û Wezîrê Dadê di nava sindoqên hilbijartinê de ye. Namzetê Stenbolê yê AK-Partiyê, Serokê AK-Partiyê, Wezîrê Dadê û Wezîrê Navxwe kombûneke nehênî kirin. Ji bo çi? Ji bo çi hûn bi awayek nehên tên cem hev? Ev kombûn eger di derbarê hilbijartinê de be, ya ko hûn dikin tawan e. Ez bang li Dadgerên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dikim. Bi wijdana xwe biryarê bidin. Ev mesele êdî ji hilbijartinê derketiye û bûye meseleyek demokrasiyê. An emê alîgirê demokrasiyê bin an jî demokrasî dê ji aliyê dadgeran ve were kuştin.