Mesrûr Barzanî: Nabe gel ê Kurdistanê bibe qurbanî ecinda yên hizbî
Evro, Dûşembîyê, 8/4/2019 Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, pêşwazî kir li Îrfan Elî Bapîr, raber ê giştî yê Bizav a Îslamî li Kurdistanê û şand a pê re. Di wê tekez hat kirin li ser yekrêzî ya alî yên sîyasî.
K24- Hewlêr

Di dîdarê de, pêşhat û pêdivî ya yekrêzî û tevayî ya di navber a alî yên Kurdistanî gêneşe kirin.
Mesrûr Barzanî, amaje da bi pêdivî ya yekrêzî ya gel ê Kurdistanê û pûtedan bi berjewendî ya gişttî û ragehand: Gel ê Kurdistanê hejî xizmetkirinek a zêdetire û nabe bibe qurbanî ecinda yên hizbî.
Rawêjkar ê Civat a asayîş a Giştî, behs a gotûbêj ên pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumet a Herêm a Kurdistanê kir tekez kir ku pêdivîye ji dabînkirin a daxwazî yên hevwelatîyan lez bihê kiriin.
Li hember raber ê giştî yê Bizav a Îslamî ya Kurdistanê, rol a serok Barzanî li nêzîkvekirin a alîyan bi karîger û bandor zanî û tekez kir li ser yekrêzî û tevahîyê daku zêdetir Herêm a Kurdistanê bi hêz bibe. Herweha hêvî ya serkevtinê bo Mesrûr Barzanî xwazt di erk ê wî yê nû de û piştîvanî ya partî ya xwe jî ragehand bo bicihanîn a erk ên nîştîmanî û giştî.