Komîsyon a Turkîyayê daxwaz a AKPyê red kir
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê daxwaza AKP'ê ya dûbare hêjmartina dengên 31 navçeyên Stenbolê red kir.
K24- Hewlêr
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê daxwaza AKP'ê ya dûbare hêjmartina dengên 31 navçeyên Stenbolê red kir.
Şeva borî Komîsyon bi awayek awarte li ser encamên hilbijartinê yên pêşwext civiya. Piştî civînê komîsyonê biryar girt ku li 21 navçeyên Stenbolê dengên 51 sindûqan dûbare bên hilbijartin.
Nûnerê CHP'ê yê komîsyonê jî piştî biryara komîsyonê diyar kir ku bi hêjmartina dengên 51 sindûqan, qonaxa hilbijartina dengan bi dawî dibe.
Duh cîgirê serokê AKP'ê Elî Îhsan daxwaz kiribû hemû dengên Stenbolê ji nû ve bên hêjmartin.
Li gor encamên dawî yên Stenbolê namzedê CHP'ê Ekrem Îmamoglu zêdetirî 15 hezar dengî li pêş namzedê AKP'ê ye.