Demirtaş: Cara yekê ye Oposizyon di nav yêkdengiyê de, serkeftin bidestxist
Hevserokê HDPê yê Berê Selahadin Demirtaş dibêje: Di vê helbijartinê de, cara yekê ye Oposizyon di nav yêkdengiyê de, serkeftin bidestxist.
K24- Hewlêr
Hevserokê HDPê yê Berê Selahadin Demirtaş dibêje: Di vê helbijartinê de, cara yekê ye Oposizyon di nav yêkdengiyê de, serkeftin bidestxist.
Selahaddin Demirtaş ku di zîndana Edirne de ye, pêvajoya hilbijartinan ji DW re, şîrovekir û got: Dengên HDPê balansa serkeftinê ragirt.
Demirtaş dibêje: Di vê hilbijartinê de hemû yasa û medya ji Sedî 90 jibo partiya desthilatdar û partiya nijadperest, hat bikar anîn.
Li gori Selahaddin Demirtaş, di helbijartinê de, hevsengiya dadwerî û yasayî tine bû û di nav zordariyek mezin de, hat encam dan.
Demîrtaş dibêje: Encam jibo eniya AKP-MHP windakirinek mezin bû û jibo oposizyon û HDPê jî, destpêkek nûye.