Demirtaş: Cara yekê ye Oposizyon di nav yêkdengiyê de, serkeftin bidestxist

Hevserokê HDPê yê Berê Selahadin Demirtaş dibêje: Di vê helbijartinê de, cara yekê ye Oposizyon di nav yêkdengiyê de, serkeftin bidestxist.

K24- Hewlêr

Hevserokê HDPê yê Berê Selahadin Demirtaş dibêje: Di vê helbijartinê de, cara yekê ye Oposizyon di nav yêkdengiyê de, serkeftin bidestxist.

Selahaddin Demirtaş ku di zîndana Edirne de ye, pêvajoya hilbijartinan ji DW re, şîrovekir û got: Dengên HDPê balansa serkeftinê ragirt.

Demirtaş dibêje: Di vê hilbijartinê de hemû yasa û medya ji Sedî 90 jibo partiya desthilatdar û partiya nijadperest, hat bikar anîn.

Li gori Selahaddin Demirtaş, di helbijartinê de, hevsengiya dadwerî û yasayî tine bû û di nav zordariyek mezin de, hat encam dan.

Demîrtaş dibêje: Encam jibo eniya AKP-MHP windakirinek mezin bû û jibo oposizyon û HDPê  jî, destpêkek nûye.