Tirkiyeyê: ji hêrişek a asmanî, berpirsekî pilebilind ê PKKyê canê xwe ji dest daye
Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Di encama operasyoneke asimanî de berpirsekî pilebilind ê PKKyê canê xwe ji dest daye.
K24- Hewlêr
Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Di encama operasyoneke asimanî de berpirsekî pilebilind ê PKKyê canê xwe ji dest daye.
Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê bi daxûyaniyeke nivîskî eşkere dike ko li dijî bingehên PKKyê yên li Iraqê operasyonên asimanî hatine kirin. Di encamê de berpirsê PKKyê Mehmet Soysuren, nasraw Savaş Porspî ko di lîsteya terorê ya sor de bû, canê xwe ji dest daye. Di derbarê vê operasyonê heta niha PKK ti daxûyanî nedaye.