Hikumet a Sûryê ji 30 welatî yên girtî yên Ûrdinî tenê 8 kesan azad dike
Hikumet a Sûryê biryara da 8 welatî yên Ûrdinî azad bike, ku ev bêtir ji 4 mehane li cem wê girtîbûn.
K24- Hewlêr
Hikumet a Sûryê biryara da 8 welatî yên Ûrdinî azad bike, ku ev bêtir ji 4 mehane li cem wê girtîbûn.
Wezaret a derve ya Ûrdinê raghan, Wan yadaştnameyek ji balyozxane ya Sûryê li 'Emanê wergirtye ku agahdarya wan hatîye kirin ji azadkirin a 8 welatî yên Ûrdinî ji alîyê hikumet a Sûryê ve.
Peyivdar ê wezareta derve ya Ûrdinî, Sufiyan Elqudat , got: ji hejamr a 30 navên girtî li cem hikumet a Sûryê, tenê navê 8 kesan di wê yadaştnameyê de heye ku ji dawî ya sal a bûrî ve di dem a vekirn a dergeh a Nesîb a di navbera Ûrdin û Sûryê de hatîne girtin.
Peyivdar ê wezaret a derve ya Ûrdin, tekez jî kir Ewê karê xwe berdewam bikin ji bo azadkirin a kes ên mayî.