Hikumet a Sûryê ji 30 welatî yên girtî yên Ûrdinî tenê 8 kesan azad dike

Hikumet a Sûryê biryara da 8 welatî yên Ûrdinî azad bike, ku ev bêtir ji 4 mehane li cem wê girtîbûn.

K24- Hewlêr

Hikumet a Sûryê biryara da  8 welatî yên Ûrdinî  azad bike, ku ev bêtir ji 4 mehane li cem wê girtîbûn.

Wezaret a derve ya  Ûrdinê raghan,  Wan yadaştnameyek ji balyozxane ya Sûryê li 'Emanê wergirtye ku agahdarya wan hatîye kirin  ji azadkirin a 8 welatî yên Ûrdinî ji alîyê hikumet a Sûryê ve.

Peyivdar ê  wezareta derve ya Ûrdinî,  Sufiyan Elqudat , got:  ji hejamr a 30 navên girtî li cem hikumet a Sûryê, tenê  navê 8 kesan di wê yadaştnameyê de heye ku ji dawî ya sal a bûrî  ve di dem a vekirn a dergeh a Nesîb a di navbera Ûrdin û Sûryê de hatîne girtin.

Peyivdar ê wezaret a derve ya Ûrdin, tekez jî kir Ewê karê xwe berdewam bikin ji bo azadkirin a kes ên mayî.