Encam ên berahî ji Hilbijartin a Îsrayîlê xuya bû

Partî ya sero wezîr ên Îsrayîlê 37 kursî yên perlemanî bi dest xwe ve anîne û Hevpeyman a Şîn û Sipî jî 36 kursî.

K24- Hewlêr

Partî ya sero wezîr ên Îsrayîlê 37 kursî yên perlemanî bi dest xwe ve anîne û Hevpeyman a Şîn û Sipî jî 36  kursî.

 Li gor encam ên berahî ji hilbijartin a Perleman a Îsrayîlê Partî ya Lîkod bi seroatî ya Binyamîn Natinyaho yê serok wezîr 37 kursî bi dest xwe ve anîye û Hevpeyaman a Şîn û Sipî bi serokatî ya Ceneral ê berê Bênî Gantiz 36 kursî  bi dest xwe anîne, bi hev re jî dike 73 kursî û dikarin bi hev re jî hikumet a dahatî pêk bihînin.

Duhî, hilbijartin a perleman a Îsrayêlê hat encamdan, 48 partî yên sîyasî bo berîkanê li ser 120 kursîyan pişikdarî ya hilbijartnê kirin.