Bêgerd Talebanî: Li gel PDKyê Em rêkkevtîne û Me ti Arîşe nîne
Bêgerd Talebanî, endam a Perleman a Kurdistanê li firakisyon a Yekêtî ya Nîştîmanî a ya Îraqê(YNK) bi Kurdistan24ê re ragehand: Em li gel Partî ya Demukratî ya Kurdistanê (PDK) rêkkevtîne û Me ti arîşe nemane û tenê wajûkirin a rêkkevtinê maye.
K24 – Hewlêr

Got jî: renge hinek arîşe yên kêm hebin li ser naverok a piroje yasa ya serokatî ya Herêm a Kurdistanê, Ew jî girêdayî PDKyê ye ka çawa li gel Bizav a Gorranê dê çareser bike. Dûv re jî hem kombûn a Perlemanê dêbihê kirn û hem jî rêkkevtin a di navber a YNKyê û PDKyê dê bihê wajûkirin.
Talebanî amaje bi wê yekê jî da ku raste piroje yasa ya serokatî ya Herêm aKurdistanê, rehend û dûrahîyek a yasayî û destûrî heye lê rehend û dûrahîyek a sîyasî jî heye û pêdvî bi li hev têgêjtin a alî yên sîyasî jî heye.