Tirkiye: Ger Tirkiye di herêma ewle ya Suriyeyê de cih negre, ewle jî nabe

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Tirkiye ger di herêma ewle ya Suriyeyê de cih negre, ewle jî nabe.

K24- Hewlêr

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Tirkiye ger di herêma ewle ya Suriyeyê de cih negre, ewle jî nabe.

Wezîrê Derve ya Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu dibêje divê herêma ewle ya li Suriyeyê di bin kontrola Tirkiyeyê de be. Eger na Tirkiye ewle nabe. Çavuşoglu li ser kirîna S400an jî bersiva Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo da û got: S400 ji bo NATOyê gef niye. Ger Amerîka balafirên F35 nede Tirkiyeyê ew jî dê ji welatekî din dabîn bikin. Lê di derbarê kirîna balafirên F35an de pirsgirêk niye. Heta niha wan 4 balafirên F35 radest girtine.

Mike Pompeo duh eşkere kiribû ko ger Tirkiye S400an bikire ew jî balafirên F35 nafroşin Tirkiyeyê.