Pompeo: Ger Tirkiye S400an bikire, F35an nikare bidest bixe
Wezîrê derve yê Amerika Mike Pompeo diyarkir, ku ji Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu re gotiye: Ger Tirkiye mûşekên S400 ji Rûsya bikire, Amerika firokeyên şerî yên F35 nade Tirkiye

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Amerika Mike Pompeo diyarkir, ku ji Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu re gotiye: Ger Tirkiye mûşekên S400 ji Rûsya bikire, dê Amerika firokeyên şerî yên F35 nede Tirkiye.
Pompeo liser pirsekê di Senato ya Amerika de, di bersiva xwe de anî ziman, ku kirîna mûşekên S400 dê bandore li pêwendiyên Amerika û Tirkiye bike. Amerika wê demê, dê firokeyên şerî yên F35 nede Tirkiye, herweha fişarên aborî jî dikarin werin.
C.B