Şaredara Parîsê li Hewlêrê ye
Şaredara Parîsê Anne Hidalgo bi seredanekê gihişte Hewlêrê
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredara Parîsê Anne Hidalgo bi seredanekê gihişte Hewlêrê.
Hidalgo ji medyayê re got, Parîs alîkariya Herêma Kurdistanê di pirsa alîkarî û vehewandina awareyan de dike.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê ji Kurdistan 24 re got, rêkeftinek di navbera Parîs û Hewlêrê de tê encamdan, Parîs di pirsên veguhestin, gehandin, paqijkirin û avedankirina Hewlêrê alîkar be.
Hidalgo digel şanda bi wê re, seredana Parêzgeha Hewlêrê kirin û j alî Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hatin pêşwazî kirin. Herweha di navbeyna aliyan de civîn pêkhat.
Şaredarê Parîsê Anne Hidalgo wekî dostek nêzîk a Kurdistanê tê naskirin.
C.B