Perwîn Buldan: Lijneya Hilbijartinê li Tirkiyeyê bêalî û serbixwe niye

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Perwîn Buldan ragihand: Lijneya Hilbijartinê ya Bilind li gor fermanên Hikûmeta Tirkiyeyê tevdigere û bêalî û serbixwe niye.

K24- Hewlêr

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Perwîn Buldan ragihand: Lijneya Hilbijartinê ya Bilind li gor fermanên Hikûmeta Tirkiyeyê tevdigere û bêalî û serbixwe niye.

Buldan di konfiransek a rojnamevanî de eşkere kir, wan di encama hilbijartinan de 65 şaredarî bidestxistine. Lê li hin bajar û bajarokan hikûmeta Tirkiyeyê dest daniye ser viyana xelk û bi sextekarî û lîstîkan şaredariyên HDPyê ji destê wan standine. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî bûye perçeyeka vê siyasetê.