Bi eger êriş a Da'şê, 2 şervan ên HSDyê canê xwe ji dest dan
Di encama êrîş ên Da'şê li ser xal ên HSDyê li rojhelat a Dêrazorê, 2 şervan ên HSDyê can ê xwe ji destdan.
K24- Hewlêr
Di encama êrîş ên Da'şê li ser xal ên HSDyê li rojhelat a Dêrazorê, 2 şervan ên HSDyê can ê xwe ji destdan.
Rewangeha Sûryê ya Mafê mirovan belavkirye , tevî ji navbirin a rêxistn a Da'şê li bajarokê Baxuzê ji alyê hêz ên Sûrya demoqrat , lê hên jî şane yên razayî yên wê rêxistnê êrîşan li djî HSDyê pêkdihinin ,
Li gor Riwangehê, duhî hejmareke ji çekdar ên Da'şê êrîşî avahî ya bajêrvanî ya bajarokê Elteyane li rojhelat a bajarê Dêrazorê kir , lê ti zyan ên canî neketin.
Riwangehê eşkere jî kir, ku di heman demê de çekdar ên Da'şê êrîşî malekê kir li gundê Rizîyê dirêj ku li jêr destê HSDyê ye û li derdor a Dêrazorê û di encam de 2 şervan ên HSDyê canê xwe ji dest dan û şervanek jî brîndar bû ..
Riwangehê eşkere jî kir, li wan dever ên dibin kontrol a HSDyê ne, li rojhelatî Çem ê Firatê, ji Tebax a sala derbazbûyî ve heya Nîsana ev sal bêtir ji 270 kes ji alîyê Daişê ve hatîne kuştin û di nav wan de jî xelk ên sivîl jî hene.