Turkîya nahêle serkeftî yê HDPyê bibe şaredar û postê dide AK-Partiyê
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind pesendnameya şaredarbûnê neda namzetê serkeftî yê HDPyê yê bajarokê Rezanê lê da nazmetê partiya duyemîn AK-Partiyê.
K24- Hewlêr
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind pesendnameya şaredarbûnê neda namzetê serkeftî yê HDPyê yê bajarokê Rezanê lê da nazmetê partiya duyemîn AK-Partiyê.
Piştî gengeşe û nerazîbûnên dirêj Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind biryara xwe da. Namzetê serkeftî yê HDPyê yê bajarokê Rezanê Zeyyat Ceylan bi hinceta ko berî niha di çarçoveya biryarbaneyên di hûkma yasayan de ji kar hatiye derxistin, nikare bibe şaredar. Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind mafê şaredariyê da namzetê AK-Partiyê Huseyîn Beyoglu.
Li gor biryarnameyên hûkma yasayan, kesek ger ji kar hatibe derxistin careke din nikare di saziyên hikûmetê de kar bike.
HDP li bajarokê Rezanê ji sedî 70, AK-Partî jî ji sedî 25 deng bidestxistibû.