Artêşa Tirkiye “Commando” dişîne sînorê Sûriyê

Arteşa Tirkiyeyê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Sûriyê zêdetir dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyeyê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Sûriyê zêdetir dike.

Ajansa “AA” a Tirkiyê belav kir, arteşa Tirkiyê hejmareke leşker û çendîn wesaîtên zirxpoş ên leşkerî û çek û teqemenî rêkir bajarokê Reyhanliyê ya ser sînorê Sûriyê.

Li gor wê ajansê, artêşa Tirkiyê di bin rênimayên ewlehiyê yên tund de, hêzeke taybet a “Commando” li ser sînorê Sûriyê belav kir.  

Berî 3 rojan jî bi heman awayî, artêşa Tirkiyê hejmarek ji hêzên leşkerî ji bo sînorê Sûriyê birê kiribû.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan berî serdana xwe ya Rûsyayê ragihandibû, wan ji bo operasyonekê li dijî YPGê hemû amedekariyên xwe temam kirine.

 

S. B