Tirkiye: Jiber peyva Kurdistan Tele 1 TV hat sizakirin
Komisyona Bilind a Radyo û Televizyonan RTUKê, ji ber gotina Kurdistan Tele 1 TV, siza kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyona Bilind a Radyo û Televizyonan RTUKê, ji ber gotina Kurdistan Tele 1 TV, ceza kir.
Komisyona Bilind, ku kontrolê ser hemû ragihandina Tirkiyê dike, Gotina Sezaî Temelli ya Kurdistan ku 5 televizyonan weşandibû, bes televizyonek oposizyonê ya bi nave Tele 1 hate ceza kirin.
Nûnerên RTUKê da zanîn, ew televizyona Tele 1 jiber ku madda yasayê "Tirkiye Yêk welat û Yêk Millet e" binpê kirîye, wan Bernama wan reşkiriye û ji sedî 2 dest danî ser dahata wan ya Reklaman.
Sezaî Temeli jî bi daxûyaniyekê got: 5 televizyonan Axaftina wî ya Gotina "Kurdistan" peşkêş kirîye, lê televizyona Oposizyonê Tele 1, hat ceza kirin.
Temelli da zanîn: Komisyona Bilind jî, ketiye bin kontrola yêk partiyê û bi şêwazeke keyfî, dengê ragihandinê dibirin.
C.B