Di navberaTirkiye û Emerika de rageşiya ser F-35an û S-400anDeBerdewame

Rageşiya di navber a Tirkiye û Emerîkayê de ya ser mûşekên S-400 û firoke yên F-35ê de berdewam e. Amerîka di egera standina mûşekên S-400an de gefan li Tirkiyeyê dixwe û dibêje dê Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35an werê derxistin. Hin pispor amaje pê dikin ne mimkine ku Tirkiye ji bernameya F-35an werin derxistin û heta S-400 neyên radestîkirin îxtimalek heye ev rêkeftin bê betalkirin.

K24-Ankara

Rageşiya di navber a Tirkiye û Emerîkayê de ya ser mûşekên S-400 û firoke yên F-35ê de berdewam e. Amerîka di egera standina mûşekên S-400an de gefan li Tirkiyeyê dixwe û dibêje dê Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35an werê derxistin. Hin pispor amaje pê dikin ne mimkine ku Tirkiye ji bernameya F-35an werin derxistin û heta S-400 neyên radestîkirin îxtimalek heye ev rêkeftin bê betalkirin.

Di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de gengeşiya ser ji Rûsyayê kirîna mûşekên S-400an de berdewam e. Amerîka di egera standina mûşekên S-400an de gefên gemaroyan û derxistina ji projeya firokeyên F-35an li Tirkiyeyê dike. Rayêdarên Tirkiye jî di asta dîplomatîk de ji bo çareseriyekî din hevdîtinan pêk tînin. Herî dawî jî Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar bi Wekîlê Wezîrê Bergiriyê yê Emerîkayê Patrick Shannon re hevdîtinek pêk anî û daxuyand ku ew li bendê her 8 dewletên din yên endamê projeya F-35an berspirsyariya xwe ya li hember Tirkiyeyê bînin cîh. Niha jî tê meraqkirin bê Tirkiye dê li hember van gefan çi gavan biavêje û di egera gemaroyan de çi amadehî kirine?

Pisporê têkiliyên Navneteweyî Engîn Oktem amaje dike Tirkiye ne hevpaymenekî hêsan e ku Amerîka û NATO dev jê berdin û dibêje dê di mijara F-35an de jî çareseriyek were peyda kirin.

Engîn Oktem - pisporê têkiliyên navneteweyî, dibêje: "Ez bawer nakim ku Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35an were derxistin. Li gor agahiyan heta niha di bernameya firokeyên F-35an de zêdeyî 150 milyar dolaran hatiye xerckirin û di vê bernameyê de 966 kêşeyên teknikî hene û çareserkirina van kêşeyen dê wext bistîne. Hin parçeyên F-35an li Tirkiyeyê tên çêkirin lê belê ger Tirkiye ji aliyê Amerîka û kompanyayên eleqedar ve ji vê bernameyê werê derxistin dê radestîkirina firokeyên F-35an ne wextê ku hatiye plankirinî dê biqasî 4-5 mehên din dereng bikeve.

Li aliyekî Wezîrê Xezîneyê yê Tirkiyeyê Berat Albayrak piştî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin pêk anî got hevdîtin baş derbas bûye mijara S-400an jî hatiye axaftin. Pisporê têkiliyên navneteweyî Suleyman Erdem jî dibêje her çiqas Tirkiye dibêje ew rêkeftina S-400an betal nakin jî heta ew mûşek neyên radestîkirin îxtîmalek heye ku Tirkiye paşve gav biavêje.

Suleyman Erdem - pisporê têkiliyên navneteweyî: dibêje:

SOT - Amerîka ji ber ku Patrîot nedan, Tirkiyeyê jî mecbûrî bi Rûsyayê re rêkeftina S-400an îmze kir û ev mûşek bo parastina Tirkiyeyê girîng in. Lê belê her çiqas bê gotin ku rêkeftin nema tê betalkirin jî, li gor min îxtîmal heye ku Tirkiye rêkeftinê betal bike. Di rewşekî wisa de jî bawer nakim Rûsya bertekên tund nîşanî Tirkiyeyê bide û ew jî dê naxwaze ku Tirkiyeyê winda bike. Çimkî bêhêzkirina Tirkiyeyê dê zirarê bide Rûsyayê.

Herwiha pispor amaje pê dikin Amerîka her dibêje mûşekên S-400an ji bo bêbandorxistina firokeyên F-35an hatine çêkirin û ger F-35 û S-400 bihevre li Tirkiyeyê werin bi cîh kirin dê Rûsya jî bibe xwedî agahiyên sîstema F-35an. Pispor dibêjin ji ber ku li Sûriyê baregehên Hmeymîm û Tartûsê S-400 û di destê Îsraîlê de jî F-35 hene ev yek ne rast e, Amerîka naxwaze ku hêzek mezin wekî alternatif li hember wê hebe.