Arteşa Tirkiyeyê zirêpoş û hejmarek leşker rêkir ser sînorê Suriyeyê
Arteşa Tirkiyeyê nêzikî 40 otombêlên leşkerî yên zirêpoş û hejmarek leşker rêkir ser sînorê Suriyeyê bajarê Hatayê.
K24- Hewlêr
Arteşa Tirkiyeyê nêzikî 40 otombêlên leşkerî yên zirêpoş û hejmarek leşker rêkir ser sînorê Suriyeyê bajarê Hatayê.
Di demên dawî de liv û tevgera hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li ser sînorê Suriyeyê zêde dibe. Arteşa Tirkiyeyê rojane leşker û çek û teqemenî û otombêlên leşkerî rêdike ser sînor.
Îro nêzikê 40 otombêlên leşkerî û hejmareke leşker di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de bo bajarê Hatayê ya ser sînorê Suriyeyê hatin rêkirin.