Komisyona Hilbijartina Tirkiyê, li ser nerazîbûna AKPê dê bicive
Komisyona Bilind ya Hilbijartina Tirkiyê, Sibe ser nerazîbûna AKPê ya hilbijartinên Stenbolê, li vî bajarî dicive.
K24- Hewlêr
Komisyona Bilind ya Hilbijartina Tirkiyê, Sibe ser nerazîbûna AKPê ya hilbijartinên Stenbolê, li vî bajarî dicive.
AKP dibêje: Hin kesên di nav meclisa Stenbolê de hatine hilbijartin, pêwiste li gor Biryarnameya Rewşa Awirte, ji kar werin dûr xistin û hilbijartin jî, ji nû ve werin kirin.
Sedema dubarekirina hilbijartinan jî, Endamên Meclisê destnişan dikin ku ew li gorî biryarnameya Rewşa Awirte nabe, bibin endamê civata bajarvaniyê.
AKP û MHP, daxwazd ji Komisyona Bilind ya Hilbijartinan dikin ku careke dîn hilbijartin werin kirin.
Lİ ser vê daxwaza AKPê û MHPê, sibe Komisyon li Stenbolê dicive.
Seroka CHPê ya Bajarê Stenbolê jî bi daxûyaniyekê got: Pehlewanê di goreşê de winda dike, ji şer têrnabe.