Li Stenbolê, bi bîyanû endambûnê di PKKê de, 11 kes hatin binçavkirin
Li Bajarê Stenbolê, bi bîyanû ya endambûnê di rêkxistin a Partî ya Karker ên Kurdistanê(PKK) de, 11 kes hatin binçav kirin.
K24- Hewlêr
Li Bajarê Stenbolê, bi bîyanû ya endambûnê di rêkxistin a Partî ya Karker ên Kurdistanê(PKK) de, 11 kes hatin binçav kirin.
Li Bajarê Stenbolê polisên Tirkiyê bi ser hejmarek malên kurdan re dagirtin û lêgerîn pêk anîn.
Ew operasyon ku berebeyanê pêk hat, 11 welatiyî girtin û birin asayişa giştî.
Li gorî daxuyaniyan Asyişa Stanbolê, van kesan harîkariya tevgera cudaxwaz kirine û polîsan dest danîne ser mobail û komputêrên wan kesan.
Asayişê 11 welatî rêkirin dadgehê ji wan 6 kes hatin girtin û yên din bi merca bin kontrolê de bin, hatin berdan.
Hêzên Asayişa Tirkiyê, duhî jî, li Mêrdîn Qoserê 6 rêveber û endamên HDPê hatibûn girtin.