AKP dixweze gûhartinan di yasayên hilbjartinan de bike
Partiya Desthilatdar ya Tirkiyê AKP dibêje: Ewê, bi rêya parlamenterên xwe yên yasanas, dixweze gûhartinan di yasayên hilbjartinan de, bike.
K24- hewlêr
Partiya Desthilatdar ya Tirkiyê AKP dibêje: Ewê, bi rêya parlamenterên xwe yên yasanas, dixweze gûhartinan di yasayên hilbjartinan de, bike.
AK Partî ku piraniya bajarên mezin yên Tirkiyê ji dest da, niha jî amadekariyên nû yên Komxebatan dike.
AKP, bi fermana Serokê xwe Erdogan, dê babetên windakirina hilbijartinan, sererastkirina yasayên hilbijartinan, nû bûna di partiyê de, hefteyekê li bajarê Bolû dê bikeve kampekê.
Li gorî nûçeyên Medya Tirkiyê, AKP dê hemû Rêveberiya xwe ya navendî, wezîr û serokên partiyên yên bajar û navçeyan, ji ber çav derbaz bike û guhartinek ciddi pêk bîne.
AKP taybet, sedemên windakirina bajarên Stenbol û Enqere bi hin kiryarên teknîkî û bê kontroliyê ve, girê dide.
Her wiha dê di derbarê usula dengdanê û teknîka wê de, dê hin biryar bêne stendin ku di meclisa Tirkiyê de pesend bikin.