Rûsya: Meha Tîrmehê S400 radestî Tirkiye dibin

Ligor Ajansa Reuters Serokê Rosoboronexport Aleksander Miheyev ji Interfax re da ye diyarkirin, ku: “meha Tîrmehê S400 radestî Tirkiye dibin. Her tişt hatiye axaftin û pejirandin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hate ragihandin, ku Rûsya meha Tîrmehê S400an radestî Tirkiye dike.

Ligor Ajansa Reuters Serokê Rosoboronexport Aleksander Miheyev ji Interfax re da ye diyarkirin, ku: “meha Tîrmehê S400 radestî Tirkiye dibin. Her tişt hatiye axaftin û pejirandin”.

Kirîna mûşekên S400 ji Rûsya hevpeymanên Tirkiye yên NATO gelek dilgiran kiriye. Bi taybet jî Amerika, ku diyar kiriye, ger Tirkiye S400an li Tirkiye bicîh bike, dê rastî sizayan bibe.

 

 

 

C.B