Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorê Suriyeyê zêde dike
Arteşa Tirkiyeyê hêzên xwe li ser sînorê Suriyeyê zêde dike
K24- Hewlêr
Arteşa Tirkiyeyê hêzên xwe li ser sînorê Suriyeyê zêde dike
Hikûmeta Tirkiyeyê di demên dawî de rojane leşker û wesaîtên zirêpoş ên leşkerî rêdike ser sînorê Suriyeyê bajarê Hatayê.
Îro jî di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de 50 wesaîtên zirêpoş digel hejmarek leşkerên taybet bo bajarê Hatayê bajarokê Kirikhanê hatin rêkirin.
Duh jî Wezareta Derve û Wezareta Berevanî, Serokanî û Fermadarên Hêzên Bejahî, Deryayî û Asimanî yên Tirkiyeyê li ser pirsa avakirina Herêma Ewle ya Suriyeyê civînek awarte kiribûn.