Lavrentiev: Tirkiye erkên xwe li Idlib bicîh neanî
Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê radighîne, Tirkiye nekarî grûbên terorî yên li Idlibê jinav bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê radighîne, Tirkiye nekarî grûbên terorî yên li Idlibê jinav bibe.
Piştî bidawîbûn a gera 12emîn a danûstandinên Astana, Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Aleksander Lavrentiev di kongreyek rojnamevanî de ragihand, Moskow ji rewşa meydanî ya parêzgeha Idlibê dilgiran e, ku piraniya xaka wê parêzgehê ketiye bin kontrola çekdarên Tehrîr elŞam de û diyarkir, tevî ku 6 meh li ser rêkeftina Rûsya û Tirkiye di derbarê Idlibê de derbas bû ye, lê hîn Tirkiye nekariye grûbên terorî yên li wê parêzgehê jinav bibe.
Derbarê Komîteya Destûrê ya Sûriyê, Lavrentiev got, aliyên beşdar liser lîsteyên Komîteya Destûrî rêknekeftin e, lê piştî meha Remezanê, dê di bin serpereştiya Neteweyên Yekgirtî de li Cenêvê bicivin.
Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê got jî, rêkeftin li ser wê yekê hatiye kirin, ku biryarên Komîteya Destûrê ya Sûriyê, dê bi erêkirina hemû endamên Komîteyê yan jî, erêkirina 75 ji sedî ya endamên wê werin standin.
C.B