Erdogan:Lihevtêgihiştin di navbeyna Tirkiye û Amerîka de kêm e
Erdogan eşkere dike ko li ser kirîna mûşekên S400an jî, di navbera wan û Amerîkayê de lihevnekirinek ciddî heye
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê radigihîne: Ew dê li Suriyê liser gavên xwe yên ji bo jinavbirina YPGyê berdewam bin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, ew ji hevkariya Amerîka û YPGyê gelek dilgiran in. Lê ew dê li Suriyê liser gavên xwe yên ji bo jinavbirina YPGyê berdewam bin.
Erdogan eşkere dike ko li ser kirîna mûşekên S400an jî di navbera wan û Amerîkayê de lihevnekirinek ciddî heye, lê ew li ser kirîna S400an jî, rijd in. Ji bo bergiriya welatê xwe dê pêwîstiyên ewlekariyê yên wekî S400 dabîn bikin.
C.B