Wezîr ê derve yê Turkîyayê: Dû kunsilxane yên din dê vekîn li Îraqê

Mewlûd Çawişoglu, wezîr ê derve yê Turkîyayê û Mehemed Hekîm, wezîr ê derve yê Îraqê li Bexda civîyan û piştî kombûnê kongireyek a rojanamevanî encam dan.

K24- Hewlêr

Mewlûd Çawişoglu, wezîr ê derve yê Turkîyayê û Mehemed Hekîm, wezîr ê derve yê Îraqê li Bexda civîyan û piştî kombûnê kongireyek a rojanamevanî encam dan.

Wezîr ê derve yê Îraqê piştî kombûnê di kongire ya rojnamevanî de ragehand: Me li gel Çawişoglu behs a pirs a teror, koçber, av, vîze û gumirikê kir û hewl didin arîşeyan çareser bikîn.

Ji alîyê xwe ve jî, Mewlûd Çawişoglu ragehand: Piştî Bexdayê serdan a Besre û Hewlêrê dikim.

Ragehand jî: Turkîya gireantî yên mezin dide Îraqê ku harîkarî ya  Bexdayê bike bo avedankirin û asayîkirin a rewş a Bexdayê.

Li ser pirs a avê jî di navber a herdû alîyan de, wezîr ê derve yê Turkîyayê ragehand: Divê Em herdû alî bigeîn rêkkevtinê û arîşeyan çareser bikîn.

Aşkera jî kir: Turkîya Kunsilxane ya xwe li Mûsil û Bexdayê dê veke û bo çareserkirin a pirs a Kerkûkê jî hevahengîyê dê bike.

Li ser hebûn a gerêla yên PKKyê jî li ser sinûran, wezîr ê derve yê Turkîyayê got: Pêdivîye hevşêwaz a Daişê şerr li gel PKKyê bihê kirin.