Îmarat li dijî Îraqê hate deng
Wezareta derve ya Îmarat ragehand: Desxistn di karûbar ên hindûrî yên welat ê Behreyîn de nahêt qibûlkirin û wê yekê red dikin.
K24- Hewlêr
Wezareta derve ya Îmarat ragehand: Desxistn di karûbar ên hindûrî yên welat ê Behreyîn de nahêt qibûlkirin û wê yekê red dikin.
Li ser girjî yên di navber a Îraq û Behrênê de, wezaret a Derve û Devkarî ya Nêvdewletî ya Îmaratê ragehand: Destxistin di karûbarên hindûrî ya welat ê Behrênê de nahê qibûlkirin û Em wê yekê red dikîn.
Wezaret a Derve û Hevkarî ya Nêvdewletî ya Îmaratê ragehand jî: Nabe karek weha bihêt encamdan ku bibe eger a têkdan a peywendîyan û berfirehkirin a kelênan di vê kawdanê de. Me pêdivî bi hevkarî û rêzgirtinêye li serwerî ya hev dû.
Îmarat daxwaz ji Îraqê dike, rêzê li binema yên serwerî ya welatan bigire û destwerdanê di karûbar ên hev dû de nekin.
Berê wezîr ê derve yê Behreyîn, Xalid Bin Ehemed Alxelîfe, di Tiwîtekê de, ji Muqteda Sedir re gotibû: (serserîye). Ev yekê jî bû cihê dilgiranî ya hijmarek a alîyên sîyasî û daxwaz ji Behreyînê kiribûn ku divê bi fermî daxwaza lêbûrînê ji Îraqê bike