Li Bakurê Kurdistan, polisan bi ser hinek malên Kurdan dadan û hijmerka kesan girtin

Li Bakurê Kurdistan Bajarê Dilokê, polisan ser hejmarek malên Kurdan dagirtin û 6 kes hatin girtin.

K24- Hewlêr

Li Bakurê Kurdistan Bajarê Dilokê, polisan ser hejmarek malên Kurdan dagirtin û 6 kes hatin girtin.

Li Bakur Bajarê Dîlokê, polisan li taxên Karşiyaka, Gazikent, Guzelvadi û Duztepeyê, li dema  berbanga sipêdê, Polîsan bi ser dehan malên Welatiyên Kurd dagirtin.

Polisan û tîmên taybet, di malan de lêgerin pêk anîn û dest danan ser kovar, rojname, mobail û teknîka roja ku xezan bikar tînin.

Di encama van serdagirtina malan de, 6 welatiyên Kurd hatin girtin bi sedema ku propagandeya rêxistinê kirine.

Kesên hatine girtin, di avahiya asayişa gişti de tên lêpirsîn li gel wan dihê kirin.