Tirkye hewil dide hêzeke serbazî li Dêrezorê li dijî HSDyê durist bike
Jibo damezrandina hêzeke serbazî li Dêrezorê, cêgrê serokê Tirkyê li gel Civata Bilinda Hozên Sûrî civîya.
K24- Hewlêr
Jibo damezrandina hêzeke serbazî li Dêrezorê, cêgrê serokê Tirkyê li gel Civata Bilinda Hozên Sûrî civîya.
Li gor Ajansa Anadolê, cêgrê serokê Tirkiyê Fûad Oktay, civînek li gel şandeka Civata Bilinda Hozên hozên Sûrî li darxistîye. Armanc ji wê cvînê damezirandina hêzeke serbazîye jibo kontirolkirina bajarê Dêrezorê û derxistna Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ji wê navçeyê.
Li gor ku hatîye belavkirin şanda Sûrî supasîya tirkyê kirîye li ser hewlên wê bo rêgirtinê ji dabeşbûna Sûryê .
Ev demeke hejmarek ji xwepêşandan li gundewarê Dêrezorê li djî HSDyê derdikevin û hevserokê Civata Sûrya Demukrat jî raghandibû ku Tirkyê kar li ser tevlîhevkirina rewşê dike û hewl dide aramîyê li navçeyê têk bide.