Amerika: Trump “Îhwan el Muslimîn” dixe Lîsteya terorê
Koşka Spî ragihand ku, Serokê Amerikayê Donald Trump amadekariyan dike, ku Rêxistina “Îhwan el Muslimîn” bixe nav Lîsteya terorê de
K24 – Navenda Nûçeyan
Koşka Spî ragihand ku, Serokê Amerikayê Donald Trump amadekariyan dike, ku Rêxistina “Îhwan el Muslimîn” bixe nav Lîsteya terorê de.
Ligor Ajansa Reuters ragihandî, Peyvdara Koşka Spî Saraj Sanders bi rêya e-mailekê diyarkiriye, ku “Serok (Trump) ligel şêwirmendên xwe yên ewleyiya neteweyî û rêberên herêmê re şêwir kir û niha di proseya nasîna Îhwan el Muslimîn nav Lîsteya terorê de ye”.
Heman demê rojnameya New York Times jî destnîşankir, ku Serokê Amerikayê dê “Îhwan el Muslimîn” bixe nav Lîsteya terorê de. Ligor rojnameyê Şêwirmendê Ewleyiya Neteweyî John Bolton û Wezîrê Derve Mike Pompeo piştgiriya biryara Trump dikin, lê hin burokratên berpirsiyar jî, li dijî vê biryarê ne.
Ligor NYT pêwendiyên Tirkiye û Amerika, piştî biryarek weha dikarin aloztir bibin. Jiber ku, Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan wekî piştgirek bihêz ê Îhwan el Musliîn tê naskirin.
C.B