Tirkiye: Ger Ewrûpa me naxwaze, bila vekirî bêje!
Wezirê Derve yê Tirkiyê Mevlud Cavusoglu got: Yekitîya Ewropayê, eger naxwaze Tirkiye bibe endam, bila biryara xwe bide
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezirê Derve yê Tirkiyê Mevlud Cavusoglu got: Yekitîya Ewropayê, eger naxwaze Tirkiye bibe endam, bila biryara xwe bide.
Mewlud Cavusoglu ku li Slovakya ye bi daxûyaniyekê da zanîn: Ji bo ku Tirkiye bibe endamê Yekitîya Ewropa, astengiyên siyasî hene.
Cavusoglu got: Beşek ji Yêkitiya Ewrûpa Tirkiyê wek dewletek misilman dibîne û li dijî endambûyîna wê ye, beşe dîn jî rexne hene, ku reform bi cîh nabîn.
Mewlud Cavusoglu diyar kir: Ew nû ji Hilbijartinan derketin e, reformên ku 2006ê hatibûne destpêkirin, ew dê berdewam bikin.
Çavusoglu got: Eger Yêkitiya Ewropa naxwaze me bike endam, bila biryara xwe bide.
Beriya hefteyekê Konseya Yekitiya Ewropa, Tirkiye bi binpêkirinên mafên mirovan, zordariya ser Kurdan û, ku ber bi sistemek diktatorî ve diçe, tewanbar kiribû.
C.B