Putin û Erdogan, liser Idlibê axifîn

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Rûsyayê, pêwendiya telefonê encam dan. Putîn ji bo Îdlibê daxwaza gavên çalaktir dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Rûsyayê, pêwendiya telefonê encam dan. Putîn ji bo Îdlibê daxwaza gavên çalaktir dike.

Derbarê pêwendiya telefonê ya Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan de, Krêmlînê da xuyakirin, her du serok li ser pêşxistina pêwendiyên bazirganî, aborî, çandî û mirovî axifîne û liser pêşxistina projeyên serbazî û teknîkî rawestiyan e.

Da xuyakirin, her du serokan encamên civîna 12emîn a Astanayê nirxandine bal kişandin e, ser serweriya xaka Sûriyê. Her weha Pûtîn ji bo Îdlibê daxwaza helwestên çalak kirin e, ku grupên terorîst gavek zûtir werin bêbandor kirin.

Li gor medya Tirkiyê jî, her du serok li ser çareseriya krîza Sûriyê û rewşa Lîbyayê axifîne.

 

 

 

C.B