Îran û Rûsya manoreke leşkerî ya hevbeş dikin

Ew manora hevbeş piştî wê yekê tê ku Îran gefa girtina tengava Hurmiz dixwe û geşta firokehilgira Amerîka jî hatiye navçê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e Îran û Rûsya manoreke leşkerî ya hevbeş di derya de encam bidin. Ew manora hevbeş piştî wê yekê tê ku Îran gefa girtina tengava Hurmiz dixwe û geşta firokehilgira Amerîka jî hatiye navçê. Girêdayî bi vê pirsê, pispor û şarezayên li Moskoyê xwendina wan ya cuda ji vê rewşê re heye û dibînin ku pêwendiyên Mosko û Taranê sînordar e û dûr dibînin ku şer di demeke nêzîk de rû bide.

Şarezayê siyasî yê Rûsya û Rojhilata Navîn Rûsyayê Grigory Lukyanov ji K24ê re got: “Rûsya berûvajî Amerîka hewla bihêzkirina ewlehî û aramiya navçê dide, pêwendiya wê bi Taranê re li ser bingeha rêz û têgihîştina hevbeş e. Lê ti hevkêşeyeke tune ye ku Rûsya neçar bike ku piştevaniya leşkerî ji Îranê re bike. Heger şerek di navbera Îran û Amerîka rû bide, Rûsya tevlî şer nabe.”

Heger çi sizayên Amerîka li dijî Rûsya û Îran, sedemeke din li pişt wê manora hevbeş e, lê di nerîna çavdêrên siyasî ew hevpeymaniyeke sînordar e.

Çavdêrê siyasî Îqbal Dora di wê derbarê de ji K24ê re dibêje: “Di çend salên dawî de, hêzên Rûsya li hember hêzên Amerîka di hemû hevkêşeyên cîhanê de bi başî armancên xwe pêk tînin. Wek nimûne, me dît çawa li Venezuela karê xwe kirin. Lê di rewşa Îranê tevî berjewendiya hevbeş a wan li Sûriyê, Îsraîl heye û rewşê aloztir dike. Bi dîtina min heger rû bide, Rûsya ji bo Îranê pêwendiyên xwe bi Îsraîl û Amerîka de têk nade.”

Şarezayekî karûbarên Îranê jî, berûvajî wê nerînê dibîne ku pêwendiyên Rûsya û Îranê zêdetir geş dibin.

Şarezayê karûbarê Îranê Ferhad Îbrahîm ji K24ê re got: “Pêwendiyên Rûsya û Îran bi berdewam bihêztir dibin, bi taybet li Rojhilata Navîn. Ji ber wê encamdana manora leşker li ava başûrê Îranê, wê rastiyê derdixe ku armanca wan a hevbeş heye, herwiha pêwendiyên Rûsya û Îranê zêdetir geş dibin.”