HelwêstaTirkiye û Rusya li ser Idlîbê

Li Idlîbê piştî pevçûnên navbera Heyet Tahrir El Şam û hêzên artêşa Sûriyê, liv û lebata leşkerî ya artêşa Sûriyê li ser Idlîbê wek operasyoneke nû li ser herêmê tê destnîşankirin. Lê Tirkiye ku ligel Rûsya bo agirbesta li ser Idlîbê li hev kiribû hewl dide pêşiya operayonê bê girtin da ku bi koçeke mezin re rû bir û nemîne. Li gor analîst û çavdêran Îran hewl dide li Idlîbê şerekî mezin derkeve lê Tirkiye û Rûsya wê rê nedin vê yekê.

K24-Istanbul

Li Idlîbê zêdebûna liv û lebata leşkerî bala aktoran jî da ser vê herêmê. Li gor hin dezgehên ragihandina Sûriyê, hêzên Beşar Esad ji bo operasyona li Idlîbê ku bi peymana Rûsya û Tirkiyê ev herêm ji komên marjînal û cîhadîst wê bi temamî bihata valakirin di nav amadehiyeke mezin de ye. Lê Tirkiye bi peymana Soçiyê ligel Rûsyayê li hev kiribû ku herêma Idlîbê ji şer û ji komên marjînal wê bê parastin. Diyar e rûdanên dawî sepandina vê peymanê zehmettir dike.

Hediye Levent-rojnamevan, dibêje: Mijara Idlîbê heta hetayê weke niha dê nemîne. Wek mîrektiya EL Qaîdeyê jî nemîne Idlîb. Jixwe rejîma Sûriyê, ev salek e dixwaze li Idlîbê operasyoneke were destpêkirin. Sûriye û Îran ji toleransa Rûsyayê ya ku nîşanî Tirkiyê daye der barê Idlîbê de dilgiran in. Her ku diçe rola Tirkiyê ya li ser Idlîbê zehmettir dibe. Dibe ku hêza salên berê ya Tirkiyê li Sûriyê îsal nebe.

Li gor hin pisporan, li Idlîbê komên marjînal ji bo têkçûna peymana ku bo agirbesta li ser vê herêmê di navbera Rûsya û Tirkiyê de hatiye ragihandin dê hewl bidin.

Merve Şebnem Oruç-pispora pêwendiyên navdewletî, dibêje: Bi ya min rojên bê li bakurê Hamayê, li başûrê Idlîbê bûyerên provakatîf ên Îranê rû bidin ku ev jî wê bibe sedema metirsiyeke mezin a li ser agirbesta vê herêmê. Jixwe Tirkiye û Rûsya ji Îranê bawer nakin loma hevkariya xwe li ser herêma Idlîbê wê zêdetir dikin. Zêdebûna hevdîtinên dawî yên Erdogan û Putîn jî nîşaneya vê yekê ye.

Metirsiya mezin a Tirkiyê ew e ku eger li Idlîbê operasyonek berfireh were destpêkirin bi koçeke mezin re rû bi rû bimîne loma Enqere hewl dide bi diyalogê meseleya Idlîbê were safîkirin.