Erdogan: Divê hilbijartinên Stenbolê bên nûkirin
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, di hilbijartinên Stenbolê de sextekariyên mezin hene û divê hilbijartin bên nûkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, di hilbijartinên Stenbolê de sextekariyên mezin hene û divê hilbijartin bên nûkirin.
Erdogan bang li Komîsyona Bilinda Hilbijartinê kir ku gavek zûtir biryar bide, gumanên li ser xwe rake û wijdana gel jî aram bike ku gel daxwaza nûkirina hilbijartinê dike. Da xuyakirin, vê carê ji sindoqan çi derkeve razî dibin.
Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê diyarkir:
"Li Stenbolê lîstikek pir zirav heye. sextekarî heye. Ez wek serokê partiya xwe û divê xwedî li îradeya gel derkevim. Ferqa 28 hezar daket 13 hezaran û ew jî nîşaneya sextekarî ye. Welatî dibêjin, divê ev hilbijartin were nû kirin. Heta niha min dengê xwe dernexist. Lê êdî bes e. Divê em careke din biçin dengdana gel, çi derket bêjin ser seran û serçavan. Divê Komîsyona bilind biryar bide û gumanên li ser rake û wijdana gel jî aram bibe."
C.B