Efrîn.. Grûpên çekdar bi darê zorê Ereban dixin malên Kurdan

Li Efrînê, grûpeke çekdar bi darê zorê bi dehan koçberên Idlib û Hemayê li malên Kurdan ên ku xwediyên wan tê de dijîn, bicih dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê, grûpeke çekdar bi darê zorê bi dehan koçberên Idlib û Hemayê li malên Kurdan ên ku xwediyên wan tê de dijîn, bicih dike.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, serkirdeyê grûpa Silêman Şah Ebû Emşê bi dehan koçberên ji parêzgeha Idlib û Hemayê ve hatine Efrînê, li gundê Qermîtliq a navçeya Şiyê bicih kirin.

Wî jêderî got; ew xaniyên ku koçber lê hatine bicihkirin ne vala ne, Ebû Emşê bi darê zorê ew koçber li malên ku xwediyên wan tê de dijîn, bicih kirine.

Da zanîn jî, ew koçber li malên, Husên Hesenîk, Mihemed Bilal, Husên Heyder, Henan Çîlo, Ehmed Hesenîk, Mihemed Îngilîz, Reşîd Husên Îbiş, Ebdîn Sîdo, Behrî Giro, bêyî razîbûna wan hatin bicihkirin.

Gundê Qermîtliq li navçeya Şiyê li ser sînorê Tirkiyê ye, berî dagîrkirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, yek malbat Ereb jî lê tune bû, lê piştî dagîrkirina wê, niha zêdetir ji nîvê malên gund Ereb lê hatine bicihkirin.

Ji bilî destdanîna ser mal, zevî û darên xelkê Qermîtliq, grûpa Ebû Emşê bi awayekî berdewam bacên giran li welatiyên Kurd disepîne, heger ew nikaribin bidin, wan dixe zîndanê û eşkence dide.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment