Barzanî: Zulmeke aşkere li cotkarên Kurdistanê dibe
Serok Mesûd Barzanî li gel Nûnerên Cotkarên Herêma Kurdistanê Kurdistanê civiya û piştevaniya xwe ji daxwazên wan re derbirî û nedana mafê wan bi zulmekî aşkere binav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî li gel Nûnerên Cotkarên Herêma Kurdistanê Kurdistanê civiya û piştevaniya xwe ji daxwazên wan re derbirî û nedana mafê wan bi zulmekî aşkere binav kir.
Di vê civînê de Nûnerên Cotkarên Kurdistanê behsa girift û kêşeyên xwe kirin û her wiha babeta ji aliyê Hikûmeta Bexda ve pênedana dirav û şayesteyên darayî yên cotkarên Kurdistanê, li gel Serok Barzanî guftûgo kirin. Daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku hewla çareserkirina wan kêşeyan bide, her wiha spasî Serok Barzanî kirin ku bi dengê daxwazên wan û xelkê beşê wî yê hatiye xwarin ve, hatiye.
Her di vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser girîngiya cotkaran li jiyana aboriya Kurdistanê kir û eve jî xisterû ku li qonaxa şoreşa Eylûlê da cotkaran roleke mezin li piştîvanîkirina şoreşê de hebûye û çavkaniyeke berdewam a şoreş Eylûl û palpiştîkirina Pêşmerge bûn. Serok Barzanî ronahî xiste ser girîngiya kerta çandiniyê û bi pêwîst zanî kerta çandiniyê geş bibe û bibe kerta sereke ya aboriya Kurdistanê.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serok Barzanî piştevaniya xwe ya tevahî ji bo daxwazên cotkarên Kurdistanê ragihand û eve jî dupat kir ku ewê li ser cotkarên Kurdistanê hatiye kirin zulmeke eşkere ye û hemû hewlan jî didin ji bo vegerandina maf û diravên cotkarên Kurdistanê ku li cem Hikûmeta Iraqê maye.
S. B